Li nêzî Şamê teqîn

Dezgehên çapemeniyê yên Sûriyeyê û SOHR`ê ragihandin ku Îsraîlê li taxa Kefersûse ya Şamê ku gelek saziyên ewlehiyê tê de hene, kiriye hedef.

Li nêzî Şamê teqîn
21 sibat 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku ji taxa Kefersûse ya li başûrê paytexta Sûriyeyê Şamê dengê teqînan hatiye bihîstin û doman ji herêmê rabûye.

Ajanseke fermî ya hikumeta Şamê got: "Îsraîlê vê sibê êriş taxa Kefersûse ya Şamê kiriye."

Telefizyoneke xwecih ê Sûriyeyê ragihand jî îsraîlê careke din bi moşekan êriş paytexta Şamê kiriye.

Kanalê bi bîr xist ku Îsraîlê di êrişa xwe de taxa Kefersûse ya li Şamê kiriye hedef. Di vê taxê de gelek saziyên ewlehiyê heye ku di Sibata 2023`yan de êriş kiribû û di encamê de gelek pisporên leşkerî yên Îranê hatibûn kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku êriş li dijî kesayetek girêdayî Îranê ye û di encamê de teqînên mezin li Şamê çêbûne.

(şx)