Li Nepal û Tîbetê ji ber lehî û hezarê herî kêm 273 kes mirin

Li sînorê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê û Nepalê ji ber lehî û hezazê herî kêm 273 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkî hezar û 300 kes jî winda ne.

Li Nepal û Tîbetê ji ber lehî û hezarê herî kêm 273 kes mirin
27 tebax, 2026   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja çarşemê li sînorê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê û Nepalê lehî û hezazên tund qewimîn, di encamê de li herêmeke berfireh bû sedema hilweşînê.

Li Nepalê 273 û li Tîbetê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên Nepalê dan zanîn ku hê jî ji 823 kesan agahî nayê wergirtin û diyar kirin ku ji van 517 kes welatiyên biyanî ne. Buroya Turîzmê ya Nepalê ragihand ku çar welatiyên Fransayê jî winda bûne.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya DYE’yê (USGS), hilweşîna qeşayeke mezin rê li ber rabûna lehiyê vekiriye. Her wiha bûye sedema çêbûna erdhejeke bi pileya 5,2’yan û gelek hezazan jî.

Li Nepalê bi taybetî geliyê Çemê Trishuli yê li bakurê Katmanduya paytext Geliyê Bhotekoshi yê li rojhilatê wê zirarên mezin çêbûne. Lehiyê gelek xanî û binesazî hilweşandin.

Li gorî çapemeniya dewletê ya Çînê, li aliyên Tîbetê 260 jê welatiyên biyanî hê jî 558 kes winda ne.

Bobelatê zirareke mezin da binesaziya tenduristiyê jî. Wezareta Tenduristiyê ya Nepalê diyar kir ku navendên tenduristiyê yên Timure, Syafrubesi û Rasuwagadhi yên herêma Rasuwayê bi temamî hilweşiyane.

Tevî ku bi ser bobelatê de 24 saet derbas bûne jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hê jî xebatên xwe yên peydakirina kesên winda didomînin. Rayedaran hişyarî dan ku dibe di demên pêş de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin.