Li Hesekê merasîmê xiyabî ya 3 şervanên YPJ`ê pêk hat

Di merasîmê xiyabî yên şehîdên YPJ`ê Silava Kurdistan, Eylem Cûdî û Eylem Çiya de soza domandina xeta şehîdan û parastina destekftiyan hate dayîn.

27 tebax, 2026   14:30
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanên Yeknîneyên Parastina Jin (YPJ) Silava Kurdistan (Îman Mihemed Mustefa) a ku 9`ê Adara 2018`an, Eylem Cûdî (Fatma Mihemed Mustefa) a 14`ê Adara 2018`an û Eylem Çiya (Ranya Ferîd Ehmed) a ku  Sibata 2018`an di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bibûn, li pakrewangeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê merasîma xiyabî orgenîze kir.

Bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, komîn û meclisên xwecihî tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî û got: “Di salvegera bîranîna her du xwîşkên ku rêya têkoşîna ji bo azadiyê hilbijartibûn de, di şexsê her sê şehîdan de em bejina xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin, ew ji bo me nirxê herî bilind in.”

Welîda Botî anî ziman ku gotin li hemberî fedakariyên şehîdan kêm dimîne û da zanîn ku tişta ku îro tê jiyîn, berhema ked û xwîna şehîdan e.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi berzkirina slogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA