Li Mehabad, Ciwanro û Bokanê 3 Kurd hatin destgîrkirin

Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan bê navber dewam dikin, hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd destgîr kirin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Li Mehabad, Ciwanro û Bokanê 3 Kurd hatin destgîrkirin
15 sibat, 2025   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava hefteyekê de 3 welatiyên Kurd yên bi navê Diyako Xizirî, Peyman Îsmaîlpûr û Yeyha Mûrad, li bajarên Mehabad, Bokan û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê hatine destgîrkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên Îranê bi ser malên wan welatiyan de girtine û çarenûsa her sê Kurdan nayê zanîn.