Kantona Firatê peyama xwe da

Bi deh hezaran welatiyên ji Kantona Firatê bi meşekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û ev peyam da; “Em ê roja reş bikin roja azadiya fizikî ya Rêber Apo”.

Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
Kantona Firatê peyama xwe da
15 sibat, 2025   13:58
KOBANÊ

Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Kantona Firatê bi meşeke ku deh hezaran kes tevlî bûn, hat şermezarkirin. 

Meşa ku bi dirûşmeya, “Em roja reş bikin roja azadiya fîzîkî a Rêber Apo” hat organîzekirin, ji Qada Jina Azad dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şoreşgerên ku li dijî komployê di çalakiya “Hun nikarin roja me tarî bikin” de şehîd bûn, hatin hildan. Girseya qelebalix di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabê”, “Qatîl Erdogan”, “Berxwedan jiyane” berz kirin.

Dayikan bi cil û bergên xwe û dirûşmeyan, ciwanan jî bi cilên xwe yên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser hebûn bal kişandin. 

Piştî meşa ku heta dawiya Kolana 48`an dewam kir, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û axaftin hat kirin.  

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Arîn Ehmed axivî û diyar kir ku ew ê roja reş bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Arîn bibîr xist ku 15’ê Sibatê di dîroka gelê Kurd de rojeke reş e û got: “Em vê rojê veguharînin roja rojanahiyê, roja roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em 15`ê Sibatê veguherînin roja Newrozê. Wekî hun dizanin Rêber Apo ev 26 sale li zindanê dibin tecrîdê de ye. Yem hatiye azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe. Çareseriya Rojhilata Navîn li gel Rêber Abdullah Ocalan e. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê aloziya li tevahî cîhanê çareser bibe, wê aştî û aramî li tevahiya cîhanê pêk were.”

Piştî axaftinê çalakî dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

(sş/a)

ANHA