Li Kongoyê keşiyeteyk qulupî: Bi kêmanî 80 kes mirin

Li paytexa Komara Demokratîk a Kongoyê, Kinshasa keştiyek qulupî, di encamê de zêdetirî 80 kes mirin.

Li Kongoyê keşiyeteyk qulupî: Bi kêmanî 80 kes mirin
13 hezîran, 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê Felix Tshisekedi diyar kir ku keştiyeke herêmî ku zêdeyî 270 rêwî tê de bûn, derengiya Çarşemê li çemê Kwa li nêzîkî paytext Kinshasa qulupî. Serokkomar diyar kir ku di encamê de zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest da.

Komîserê Avê yê herêma Moshi, Ren Maker jî got:  "Motorê keştiya ku 271 rêwiyan dibir Kinshasayê xirab bû û li qiraxa çem qelibî. Di encamê de 87 rêwiyan jiyana xwe ji dest da. 185 rêwiyên din jî bi avjeniyê xwe gihandin berava ku 70 km nêzî bajarê Moshi."

(bb)