El Bendawî xwest artêşa Tirk bi lez ji Iraqê bê derxistin

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elawî El Bendawî got, hebûna artêşa Tirk a li Iraqê gefan li ewlehiya neteweyî herêmê dixwe. El Bendawî xwest artêşa Tirk bi lez ji Iraqê were derxistin.

El Bendawî xwest artêşa Tirk bi lez ji Iraqê bê derxistin
13 hezîran 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Iraqê Elawî El Bendawî der barê hebûna dewleta Tirk a dagirker a li Iraqê û encamên wê de duh ji dezgehên çapemeniyê re axivibû.

El Bendawî bi bîr xist ku hêzên Tirk bi kurahiya 40 km di xaka Iraqê de ne û got, " Ev yek binpêkirineke xetere û mezin li serdestiya Iraqê ye. Ketina bi hincet a hêzên Tirk a xaka Iraq xetereyeke li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê çêdike. Ji bo derxistina van hêzên divê bi lez û bez xebat were meşandin."

El Bendawî destnîşan kir ku Iraqê bi rêbazên siyasî û dîplomasî kar dike , naxwaze şerekî nû li herêmê derkeve ku "encamên xetere bi xwe re bîne."

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elawî El Bendawî da zanîn ku hebûna hêzên Tirk di xaka Iraqê de ne rewa ye û dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye.

(bb)