Li Derayê şerekî dijwar qewimî

Li bajarê Newa yê Derayê di navbera hêzên Şamê û komeke çekdar de şerekî dijwar derket.

Li Derayê şerekî dijwar qewimî
13 hezîran, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihnd ku li bajarê Newa yê rojavayê Derayê komeke çekdar  êrişî benda kontrolê ya "Lîawa 112" ya hêzên hikumeta Şamê kir. Li gorî SOHR,  hêzên Şamê bersiv êrişê da û şerekî dijwar derket ku çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

Der barê windahiyan de agahî nehatin parvekirin.

(bb)