Li Kalîforniyayê di qezaya helîkopterê de 2 kes mirin

Li bajarê Fullerton ê li başûrê Kalîforniyayê ya DYA’yê di encama ketina helîkoptereke biçûk de 2 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li Kalîforniyayê di qezaya helîkopterê de 2 kes mirin
3 ÇILE, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî polîsê bajarê Fullerton ê li başûrê Kalîforniyayê, duh helîkoptereke biçûk li ser banê kargeheke mezin a çêkirina mobîlyayan ket û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 kesên din jî birîndar bûn. Polîsên bajar diyar kir ku di kargehê de herî kêm 200 kes dixebitin.

Berdevkê polîsên Fullertonê ragihand ku heta niha nasnameyê miriyan nehatine zanîn û da zanîn ku 10 kes rakirine nexweşxaneyê û 8 kesên din jî li cihê bûyerê hatine dermankirin.

Hate diyarkirin ku helîkopter ji balafirgeha Fullerton ê li eyaleta Orange rabibû, lê piştî kêmî 2 deqeyan ket xwarê.

(bb)