Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
3 ÇILE, 2025   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdan hate kirin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê yê bi malbatên xwe re, demek dirêje bi îdîaya “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin.