Şêniyên Kobanê: Kes nikare roja me tarî bike

Şêniyên Kobanê destnîşan kir ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew azad bûn, ew ê jî bi bexwedan û têkoşîna xwe wî azad bikin û got: “kes nikare roja me tarî bike.”

Şêniyên Kobanê: Kes nikare roja me tarî bike
16 sibat, 2026   10:40
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi minasebeta salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêkanîn, şêniyên bajarê Kobanê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Mircan Hecî Ibrahîm destnîşan kir ku daxwaza wan a sareke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalane û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji bo mafên hemû kesên bindest û ên ku di nava tarîtiyê de bûn, têkoşîn kir. Lê dewletên hegemonîk li dijî Rêberê me komplo têk anîn û ew dîl girtin da ku raman û felsefeya wî belav ne.”

Arif Balî diyar kir ku 27 salê Rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de ye û wiha got: “Rêber Apo di zindanê de berxwedan û têkoşîneke bê hempa dide meşandin, ji bo Kurdistanê û ji bo hemû mirovahiya di Rojhilata Navîn de, fikirekî azadî, wekhevî û demokratî derxe pêş. Arîf destnîşan kir ku di wê demê gelê kurd di hemû derê Cîhanê digot kes nikare roja me tarî bike.”

Arif Balî anî ziman ku ew ê her tim li ber xwe bidin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û bexwedana xwe bidomînin.

Dunya Mihemed diyar kir ku 27 sale Rêber Abdullah Ocalan komploya Navneteweyî ya di sala 1998 de dest pê kir û di sala 1999`an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn û ew dîl girtin, şermezar kir û wiha û wiha got: "Em bi saya Rêber Apo gihiştin vê astê. Çawa ku Rêber Apo em azad kirin û bi saya wî me xwe nas kir, em ê jî her tim li ber xwe bidin heta ku em wî di nava xwe de dibîn in."

Mihemed Remî jî diyar kir ku ew komploya naveneteweyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em wek ciwanên Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em êdî dixwazin Rêberê me di nava me de jiyan bike, êdî bese dîlgirtina Rêber Apo.”

ANHA