Li Îranê êriş: Kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê Îranê di êrişa li dijî wesayîta leşkeran de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Îranê êriş: Kuştî û birîndar hene
8 cotmeh, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê Îranê, di encama êrişeke çekdarî ya li dijî wesayîteke leşkerî de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihand ku wesayîta leşkerên yekîneyeke li peravên Makranê bi cih bûne ji bo guhertina dewreyê diçû, vê sibehê rastî êrişa çekdarî hat.

Li heman parêzgehê, polîsan ragihand ku efserek di êrişeke çekdarî de ku dewriyeya polîsan kiribû armanc hat kuştin.

Sîstan û Belûçistan ku bi ser sînorê Pakistan û Afganistanê ne gelek caran di navbera hêzên Îranî û çekdar û qaçaxçiyan de şer û pevçûn rû didin.

(f)