NY: 53 jinên Efganî hatin binçavkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di navbera Tîrmeh û Îlonê de 52 jin û keçek li Afganistanê bi hinceta binpêkirina qanûnên cilan hatin binçavkirin.

NY: 53 jinên Efganî hatin binçavkirin
8 cotmeh, 2026   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Afganistanê (UNAMA) ragihand ku di navbera Tîrmeh û Îlona 2026‘an de li Kabûl û Heratê bi kêmanî 52 jin û keçek hatin binçavkirin.

Mîsyonê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hinceta girtin û binçavkirinê, binpêkirina qanûna cilan, hîcab, lixwekirina cilên rengîn, bikaranîna makyacan an jî hebûna wan a li cihên giştî bêyî ku mêr bi wan re bin ye.

UNAMA‘yê îşaret pê kir jinên hatin biçavkirin piştî çend saetan hatin berdan, lê hişyarî da ku dibe hejmar ji vê yekê bilindtir be. Her wiha destnîşan kir ku binçavkirin, binpêkirina mafên jin û keçan ên azadiya tevger, derbirînê û serxwebûnê ye.

(bb)