Li Humisê hêzên Şamê û çeteyên DAIŞˊê bi hev ketin

Di vê dawiyê de li herêmên gundewarên Humisê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, êrişên çeteyên DAIŞˊê zêde bûn, di encamê de kuştî çêbûn.

Li Humisê hêzên Şamê û çeteyên DAIŞˊê bi hev ketin
17 sibat, 2024   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li beyarên Tedmurê û Sexne yên rojhilatê Humisê di navbera çeteyên DAIŞˊê û hêzên hikumeta Şamê de pevçûn derket. Hemwextî wê balafirên şer ên Rûsyayê heman nuqte bombebaran kir.

Li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de êrişên çeteyên DAIŞˊê zêde bûne.

(fr)