Li Humis û Tertûsê 3 kes hatin kuştin

Li Tertûs û Humisê 2 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin. Li Humisê jî girtiyekî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Li Humis û Tertûsê 3 kes hatin kuştin
8 sibat, 2025   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), li bajarê Tertûsê kesek di êrişa çekdaran de hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

SOHR’ê diyar kir ku li Çerxerêya Qisêr a bajarê Humisê cenazeyê ciwanekî hatiye dîtin. Hate diyarkirin ku şopên guleyan li ser cenaze hebûn.

Hate diyarkirin ku li Humisê jî girtiyek di girtîgeha desthilata Şamê de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye. SOHR’ê da zanîn ku kesê hatiye qetilkirin, 15 roj berê li gundê Xizîla ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hatibû girtin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka 2025’an ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê 128 kiryarên bi vî rengî hatin kirin, di encamê de 246 mêr, 6 jin û zarokek mirin. Hejmara kesên di girtîgehên desthilata Şamê de jiyana xwe ji dest daye jî 16 e ku piraniya wan ji Humisê ne.

(bb)