Li Hindistanê 63 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan

Li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar yên Hindistanê 63 kes bi birûskê jiyana xwe ji dest dan.

Li Hindistanê 63 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan
14 tîrmeh 2024   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Hindistanê, Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku rojên Çarşem û Pêncşem yên borî, brûskê li 10 herêmên Uttar Pradeşê û çend cihê yên Biharê xistiye.

Hate gotin ku di encama birûskê de li Uttar Pradeşê herî kêm 43 kes û li Biharê jî 20 kes mirine. Li gorî heman çavkaniyan li eyaleta Biharê 40 kes jî birîndar bûne.