Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Muhemed Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bibîranîn.

14 tîrmeh 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 42’yan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakî hatin lidarxistin.  Di çalakiyan berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Muhemed Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bibîranîn û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana 14’ê Tîrmehê em ê serkeftinê mîsoger bikin" bi amadebûna bi dehan kesî li Navenda Çand û Hunerê ya li bajarê Minbicê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sewsen Xelîl axivî û diyar kir ku şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê navên xwe di rûpelên dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de nîvisandin û berxwedana wan ji bo gelê Kurd û gelên din serkeftinek afirand.

Şêwirmendê Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Adil Îbrahîm anî ziman ku berxwedana gelê bindest bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê dest pê kir û wiha got "Îro bi milyonan berxwedêr li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan  li hemberî dewleta Tirk a faşîst têkoşîna azadiyê dimeşînin."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser şehîdan hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana 14’ê Tîrmehê" bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Meclisa PYD’ê ya bajarê Til Hemîsê jî bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyek li navenda çandê li dar xist.

Ji rêveberên Meclisa Gel a Til Hemîsê Fayîq El Ehmed axivî û got, berxwedana şehîdên zindanan rêya têkoşîna li hemberî zilm û pergalên dîktator e.

El Ehmed soza şopandina xeta şehîdan da.

ŞEHBA

Meclisa PYD’yê ya Kantona Efrîn-Şehbayê semînerek li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê da.

Semîner li hola Serdem a li Şehbayê bi amadebûna bi dehan kesî hate dayîn.

Endamê Meclisa PYD’yê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Ferhan Kobanê şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Ev roj roja berxwedana gelên bindest a li hemberî zihniyeta dewletê ye û berxwedana bi daxwaza mafên rewa ye. Her wiha roja danîna bingeheke qewîm a berxwedana şoreşgeran a li dijî zihniyeta paşverû û ya navendî û destpêka şoreşan li Rojhilata Navîn e."

Ferhan Kobanê jî di dawaiya axaftina xwe de soza şopandina xeta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê da.

TIRBESPIYÊ

Meclisa bajarê Tirbespiyê di heman çarçoveyê de civînek li dar xist. Di civînê de sînevizyonek têkildarî berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê hate pêşandan.

Piştre endamê rêveberiya rêxistina PYD`yê ya bajêr Serhed Xelef axivî û got: "Berxwedana 14`ê Tîrmehê çirûska destpêkê ya rawestandina siyaseta Tirkiyeyê ya şikandina vîna têkoşeran bû ku di aliyê derûnî û bedenî de îşkence li wan dikir û hewl dide nasnameya gelê Kurd tune bike."

(ekîp)

ANHA