PDK’ê rojnamevanên êrişên dagirkeriyê dişopandin revandin
Asayîşa PDK’ê tîma kanal 8 ya ku li Amêdiyê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dişopand, revand.
![PDK’ê rojnamevanên êrişên dagirkeriyê dişopandin revandin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6693b3eb6836b.jpg)
Tîma kanal 8 ya ku ji sê kesan pêktê, li Amêdiyê dema êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dişopandin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.
Li gor zanyariyan, nûçegihanê bi navê Nijyar Mihemed, kameravan Behêz Akreyî û şufêrê wan Hawar Yusuf hatine binçavkirin.
Heta niha aliyên peywendîdar di derbarê binçavkirina rojnamevanan de ti agahiyek nedane. Lê li gor zanyariyan rojnamevanên hatine binçavkirin, birine asayîşa giştî ya Dihokê.
Beriya niha jî tîmek rojnamevanên ku li Amêdiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker dişopandin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin û piştî çend saetan ew hatibûn berdan.