Li Hesekê dirêjkirina dema qeydkirinê hat gotûbêjkirin

Rêveberê Kar û Barên Sivîl a Sûriyeyê serdana navenda qeydkirinê ya kesên neqeydkirî ya li Hesekê kir û di civînekê de îhtîmala dirêjkirina dema qeydkirinê hat gotûbêjkirin.

5 gulan, 2026   15:29
HESEKÊ

Rêveberê giştî yê Kar û Barên Sivîl a Sûriyeyê Ebdullah El Ebdullah, îro serdana navenda qeydkirinê ya kesên neqeydkirî ya li avahiya Meclisa Bajarê Hesekê kir da ku pêvajoya qeydkirinê binirxîne, ji ber ku biryar e sibe (6 Gulan) dema qeydkirinê bi dawî bibe.

Di dema serdanê de, El Ebdullah li nerînên karmendan li ser xebatê û girîngiya dirêjkirina dema qeydkirinê guhdar kir. Piştre civînek bi hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo û endamê Komîteya Entegrasyonê Jiyan Hesen li gel berpirsên Nivîsgeha Kar û Barên Sivîl Bihar Mehmûd û Ebdulrehman Ferho re hate li dar xist.

Di civînê de mekanîzmayên şopandina pêvajoya qeydkirinê û her wiha bidawîbûna dema qeydkirinê û îhtîmala dirêjkirina wê hatin gotûbêjkirin.

Der barê dirêjkirina dema qeydkirinê de biryarek nehat dayîn. Ji bo biryara guncaw li ser vê mijarê, civîneke din dê bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û rayedarên peywendîdar re were lidarxistin.

(k)