Li gundewarê Derayê 8 kes hatin kuştin

Di şer û pevçûnên li bajarê Newa yê rojavayê Derayê de 8 kes hatin kuştin di nav de serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê heye.

Li gundewarê Derayê 8 kes hatin kuştin
28 ÇILE, 2024   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şer û pevçûnên navbera komên xwecih û komên bi endamtiya DAIŞ`ê têne tawanbarkirin de, serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê jî nava de 8 kes hatin kuştin. 

Serçeteyê hatî kuştin ji bajarokê El Şecere yê rojavayê Derayê ye û di Sala 2018’ an de li herêma Hewza Yermûkê di nava çeteyên DAIŞ’ê de cih girtiye.

Duh (27’ê Çileyê 2024) hin çekdarên komên xwecih ên ku bi hikumeta Şamê sala 2018`an de lihev hatine, bi ser malekê de li taxa bakur girt bi hiceta ku komeke endamên DAIŞ`ê xwe tê de asê kiriye.

(şx)