Li Girtîgeha Mihabadê girtiyan çalakî kir

Piştî bomberbarana li yek navendên Basîc a Supaya Pasdaran, girtiyan li dijî ragirtina wan a li nava girtîgeha Mihabadê nerazîbûn nîşan da û betaniyên nava girtîgehê şewitandin.

Li Girtîgeha Mihabadê girtiyan çalakî kir
3 adar, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîl ya li dijî yek ji navendên Basîcê camên gelek mal û dikarên derdorî girtîgehê şikestine.

Torê ragihand piştî vê êrişê girtiyan ji ber ragirtina wan a di rewşa êrişê de weke nerazîbûn betaniyên xwe şewitandin.

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê êriş bire ser girtiyan.

Li aliyê din hate ragihandin ku malbatên girtiyan ji bo rewşa zarokên xwe li ber girtîgehê kom bûne.

Li gorî gotina rêveberan, hinek girtî bi kefalet û hinek jî bi demkurtî tên berdan.

Piştî êrişên dijwar ên li ser Îranê van rojên borî rewşa girtiyan li Rojhilatê Kurdistanê girantir bûye.