Li DYA’yê helîkopterek ket: 6 mirî

Li bajarê Philadelphiayê yê DYA’yê helîkopterek kete xwarê. Tê gotin 6 kesên di helîkopterê de mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Li DYA’yê helîkopterek ket: 6 mirî
1 sibat, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih, li bajarê Philadelphia yê eyaleta Pensîlvanya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), helîkoptereke rizgarkirinê li ser taxeke bajêr ketiye xwarê û 6 kesên tê de, mirine, gelek kesên li taxê jî birîndar bûne. Tê gotin piştî ketina helîkopterê agir bi xaniyan jî ketiye.

Piştî bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê gihaştin cihê bûyerê.

Beriya hefteyekê jî li DYA’yê helîkoptereke leşkerî û balafireke rêwiyan li hev ketibûn û 67 kesan jiyana xwe ji dest dabû.