Rojnameyên erebî: Êrişên komên girêdayî dewleta Tirk bandorê li rewşa mirovî dikin

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêş başkirina rewşa mirovî ya li Sûriyeyê dibin asteng. Rojnameyên diyar kir ku El Sîsî li şûna pêşniyara Trump a koçberkirina filistîniyan a ber bi Misir û Urdunê ve, alternatîfek pêşkêş kiriye.

Rojnameyên erebî: Êrişên komên girêdayî dewleta Tirk bandorê li rewşa mirovî dikin
1 sibat, 2025   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, rewşa mirovî ya li Sûriyeyê, mijara koçberkirina filistîniyan, her wiha şerê gumrikê.

‘LI SÛRIYEYÊ PIRSGIRÊKÊN EWLEHIYÊ BERSIVA MIROVAHÎ ASTENG DIKIN’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser pirsgirêkên ewlehiyê yên ku bandorê li rewşa mirovî ya li Sûriyeyê û bi taybetî bakurê welat dikin. Hat bibîrxistin ku komên ji aliyê dewleta Tirk ve têne destekkirin, êrişên xwe li ser herêmên di bin serweriya QSD’ê de didomînin û wiha hat domandin: "Ev kom bi desteka Tirkiyeyê hewl didin hebûna Kurdan li Helebê tune bikin, piştre berê xwe bidin herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Rojnameyê ku cih da rapora Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî jî û diyar kir ku "Nivîsgeha NY’yê di raporekê de bal kişand ser pirsgirêkên ewlehiyê yên li Reqa û Hesekê yên ji ber êrişên. Nivîsgehê diyar kir ku di êrişan de stasyonên avê û binesaziya sivîl tên hedefkirin. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rewşa mirovî ya koçberên li zêdetirî 200 wargehên awarte, gelekî zehmet e.”

‘GELO DÊ ÇOLA NEGEVÊ JI KOÇBERKIRINÊ RE BIBE ALTERNATÎFEK?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser israra serokê DYA’yê Donald Trump a koçberkirina filistîniyan ber bi Qahîre û Emanê ve. Rojnameyê destnîşan kir ku pêşniyara Trump hîna ji aliyê Misir, Urdun û welatên Ereban ve tê redkirin. Hat bibîrxistin ku "serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî pêşniyar kir ku filistînî ji herêmên wan ên dagirkirî ji bo Çola Negevê bêne veguhastin."

Di dewama nivîsê de hate gotin: "Di navbera israr û axaftina li ser Çola Negevê de, nûnerê Trump ji Qahîre û Emanê xwest eger pêşniyara Trump red bikin, dikarin alternatîfan peyda bikin. Pisporan ji Şerq El Ewsat re jî got, israra Misirê ya redkirinê û lêgerîna li çareseriyên din ên wekî avakirina dewleteke serbixwe li beramberî hewldanên din ên DYA û îhtîmala qebûlkirina pêşniyara Çola Negevê, dê bi demê re diyar bike.”

‘BACA GUMRIKÊ AMÛRA ŞERÊ BAZIRGANIYÊ YE’

Rojnameya Independentê jî îşaret bi wê yekê kir ku baca gumrikê amûreke aborî ye ku ji bo parastina pîşesaziyên herêmî û zêdekirina dahatên hikumetê tê bikaranîn, lê bikaranîna wan bêserûber dibe ku bibe sedama nakokiyên aborî û şerên bazirganî yên berfireh di navbera dewletan de.

Li gorî rojnameyê, dîmenên şerê bazirganî yê di navbera Amerîka û Çînê de di rêza pêşî ya fikarên sermayedar û bazarên cîhanî de çêdike, nemaze ji ber ku polîtîkayên bazirganî yên ku ji hêla serokê hilbijartî yê DYA’yê ve di dema kampanyaya hilbijartinê de hatine pêşniyarkirin, vê carê dirêj dike ku ne tenê Çîn, lê welatên din jî bigire nava xwe.

Rojnameyê diyar kir ku şîrovekar dibêjin, her kes zirarê dibîne, nîşaneyên neyînî bandorê li bazar û diravan dikin û mezêxer berdêlê didin.

(bb)