Li DYA`yê di gulebaranekê de 8 zarok hatin kuştin

Li wîlayeta Louisiana ya DYA’yê kesekî 8 zarok kuştin û 2 jin jî birîndar kirin.

Li DYA`yê di gulebaranekê de 8 zarok hatin kuştin
20 nîsan, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên DYA`yê ragihand ku kesekî li nav maleke li bajarê Shreveport ê Louisianayê gule barandin û 8 zarok kuştin.

Polîsan diyar kir ku çekdar, bavê 7 ji wan qurbaniyan e, gule li zarokên xwe yên li nav malê barandin û zarokekî din ku hewl da bireve kuşt, her wiha di gulebaranê de 2 jin jî birîndar bûn.

Li gorî lêpirsînên destpêkê, gumanbar ji cihê bûyerê reviya, paşê di dema şopandinê de, ji hêla polîsan ve hat kuştin.

(k)