Li dijî şîdeta li ser jinan çalakî û bangên bidawîkirinê

Dirûşma "Na ji şîdetê re" rojeva sereke ya çalakiyê 25`ê Mijdarê ye, her wiha jinan bang li komeleyên navnteweyî kir ku biryarên xwe yên têkildarî parastina jinan bi cih bînin û hesabê ji kesên wan biryaran bin pê dikin, bipirsin.

14 mijdar, 2024   16:20
REQA

Jinên li kantona Reqayê li dijî sûcên li ser jinan têne kirin bi dirûşma "Kampanyaya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan bi felsefeya Jin, jiyan, azadî xwe biparêze" meşiyan.

Çalakî li ser bangewaziya Meclisa Jinan a Sûriyeyê hate lidarxistin. Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Idliba Kesk, Rêxistinên Civaka Demokratîk, yekitî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tev li çalakiyê bûn.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Senûh daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çiqas qanûnên têkildarî mafên mirovan li gelek dewletan hatibe bipêşxistin, lê mijara tundiyê dewam dike û kesa mexdûr encamên wê tehemul dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên koçber, 2 qatî rûbirûyî şîdetê û zehmetiyan e, dema koçber dibin û di kampan de rastî şîdeta civakî tê.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa cezayê darvekirinê ku desthialta Îranê li çalakvana Kurd û endama KJARˋê Werîşe Muradî biriye hate kirin û ceza hate şermezarkirin û banga rawestandina wê hate kirin.

Her wiha bang li rêxistinên jinan ên cîhanê ku biryarên mafên jinan îmze kirin, hate kirin ku qanûnên parastina jinan di şer û aştiyê de bisopînin.

Di heman çarçoveyê de Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Holê têkildarî şîdeta li ser jinan li nivîsgeha partiyê panelek li dar xist.

Bi dehan endamên partiyê tev li panelê bûn. Panel ji hêla seroka nivsîgeha rêxistinî ya partiyê Henen El Ehmed ve hate birêvebirin.

Henen behsa şîdeta di nava civakan de û çareseriyên guncew bidawîkirina wê kir.

(şx)

ANHA

REQA