Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê piştî bangên valakirina herêmê, taxên li başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir
14 mijdar, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê hişyarî da şêniyên başûrê Beyrûtê ku ji malên xwe derkevin û dûre herêma navborî bombebaran kir.

AFP`ê dîmenên êrişên li ser başûrê Lubnanê zindî parve kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X’ê wiha nivisî: "Ji bo şêniyên li başûrê Beyrûtê, bi taybetî şêniyên herêmên Şiwîfat El Ermûsiye û El Xebîrî hişyareke nû; hûn li nêzî avahiyên Hizbullahê ne ku dê artêş di demeke nêz de li dijî wê kar bike."

Artêşa Îsraîlê duh 6 caran êrişî başûrê Beyrûtê kiribû.

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên Îsraîlê 6 caran herêmên El Xebîrî û kolana Herîk, avahiya li çerxerêya Rewdêt El Şehîdeyn-El Şiyah bombebaran kirin.

(şx/bb)