Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir

Şêniyên bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê şehîd Xesan Casim El Elawî oxir kir. Şêniyan destnîşan kir ku şehîd Xesan nimûneya fedakarî û welatparêziyê bû.

Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir
Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir
Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir
Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir
Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir
Şêniyên Til Hemîs şehîd Xesan El Elawî oxir kir
14 mijdar, 2024   16:26
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Til Hemîs, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî, rûspî û serokeşîr li goristana şehîdan kom bûn û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Xesan Casim El Elawî oxir kir. Şehîd Xesan di 10'ê Mijdarê de di encama krîza dil de şehîd bû.

Di serî de fermandarê foca leşkerî ya Tirbespiyê Mihemed Zêdan diyar kir ku şehîd Xesan nimûneya fedakarî û welatparêziyê bû û di nav hevrêyên xwe de xwedî ruhekî niştîmanperwer bû.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze El Xelef axivî û fedakariya şehîdan a ji bo pêkanîna aştî û aramiyê silav kir.

Hevserokê Desteya Olî ya bajêr Muitez El Enter jî destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê projeya biratiya gelan a li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk anî.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat radestkirin.

Beşdaran nimêja cenazeyê kir û şehîd oxir kir.

(mh/fr)

ANHA