Li dijî nuqteyên UNIFILˊê yên li Lubnanê êriş; birîndar hene

Di êrişên li dijî nuqteyekê UNIFILˊê ya li bajarokê Qewzeh ê başûrê Lubnanê de hejmarek endamên wê birîndar bûn.

Li dijî nuqteyên UNIFILˊê yên li Lubnanê êriş; birîndar hene
6 adar, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermî ya Wetenî ya Lubnanê, vê êvarê li dijî nuqteyek UNIFILˊê ya li Lubnanê hejmarek endamên wê birîndar bûn. Ajansê anî ziman ku aliyê êriş kiriye nehatiye diyarkirin.

Ajansa Nûçeyan a Wetenî ragihand ku "di nav endamê hêza Ganayî de piştî ku cihê wan li bajarokê Qewzehê hat hedefgirtin, hejmarek birîndar hene".

(fr)