Li dijî komploya 15ˊê Sibatê li Helsînkî meşa dirêj

Li paytexta ‎Fînlandiya Helsînkî ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15ˊê Sibatê ya li ser Rêber Apo meşa dirêj hate lidarxistin.

Li dijî komploya 15ˊê Sibatê li Helsînkî meşa dirêj
15 sibat, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li paytexta ‎Fînlandiya Helsînkî bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo meşa dirêjê li dar xist.

Meş bi hejmarek gel li navenda Helsînkî destpêkir û heya Komela Kurd bi qasî 15 km. domkir. Di destpêka meşê de daxuyanî hate dayîn. Di axaftinên daxuyahniyê de komploya berî 27 salan a li ser Rêber Apo hate protestokirin.

Girseyê pişte, bi pankartên Rêber Apo heta pêşiya Komela Kurd a li Rojhilatê Helsînkî meşiyan.