Li dijî Donald Trump êrişa çekdarî

Namzetê Serokê DYA'yê Donald Trump di dema mîtînga li Pensilvanyayê de bû hedefa êrişeke çekdarî û ji guhê xwe birîndar bû.

Li dijî Donald Trump êrişa çekdarî
14 tîrmeh 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Donald Trump ku ji bo hilbijartinên serokatiyê yên meha Mijdarê namzet e, dema ku li eyaleta Pensilvanyayê mîtîngek lidar dixist, bû hedefa êrişeke çekdarî. Piştî ku dengê çekê hate bihîstin, Trump bi guhê xwe ve girt û xwe berjêr kir. Piştre ajanên servîsa veşartî û polîsan Trump ji qadê birin.

Trump piştî bûyerê daxuyaniyek da û got, "Rewşa min baş e, ji kontrola tibî derbas dibim." Hate ragihandin ku kesekî tevlî mîtîngê bû hate kuştin, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hate gotin, ajanan êrişkar li cihê bûyerê kuştine.