Li dijî başûrê Lubnanê êriş; kesek hat kuştin

Di êrişên asîmanî yên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin û hijmarek jî birîndar bû.

Li dijî başûrê Lubnanê êriş; kesek hat kuştin
3 gulan, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser deverên başûrê Lubnanê de, herî kêm kesek hate kuştin û hejmareke kes û pisporên tenduristiyê jî birîndar bûne.

Wezaretê di 2 daxuyaniyên cuda de diyar kir ku di êrişeke asîmanî li ser bajarokê Ereb Salim ê herêma Nebetiyeyê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn, di nav wan de zarokek jî hebû. Di heman demê de êrişeke din a asîmanî ya li ser bajarokê Serîfa yê Herêma Tîrê piştî ku êriş li nêzîkî yek ji navendên wan qewimî, 5 kes birîndar bûn, di nav wan de 4 karmendên girêdayî "Desteya Tenduristiyê" ya girêdayî Hizbullahê hebûn.

Wezaretê êriş şermezar kir û destnîşan kir ku ev yek li dijî madeya 19ˊan a peymana Cinêvê ye.

Artêşa Îsraîlê berê hişyariyeke nû ya lezgîn dabû, daxwaza valakirina hejmarek gundên ku li derveyî "herêma ewlehiyê" ya ku li başûrê Lubnanê kiribû.

Hizbullah vê dawiyê dest bi bikaranîna dronên rêberkirî yên bi fîber optîk kiriye ku tespîtkirina wan dijwar e û menzîla wan bi deh kîlometreyan e, da ku êrişan li ser hêzên Îsraîlê li Lubnanê bike.

(ac/fr)

ANHA