Li Çomanê droneyek Îranî ket; kesek birîndar bû

Li taxa Kosretan a navçeya Çoman a Hewlêrê ya Başûr droneke êrişê ya Îranî ket. Di encamê de kesek birîndar bû û ziyan gihîşt gelek malan.

Li Çomanê droneyek Îranî ket; kesek birîndar bû
8 adar, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsêˊê, li Taxa Kosretan ya navçeya Çoman a Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê droneyek êrişê ket û ziyan gihîşt gelek malan.

Li gorî agahiyên şahidê bûyerê, dron ji aliyê Îranê ve hatiye û li Taxa Kosretan ya navenda navçeya Çoman ya dikeve sînorê îdareya Soran ketiye xwarê.

Hate ragihandin li gorî saeta herêmî saet 17:00’an li ser sê avahiyên welatiyan ketiye xwarê. Di encamê de kesek birîndar bûye.

Li gorî agahaiyan ev drona 9’an e li sînorê Balekayetî dikeve xwarê. Dîsa 26’emîn dron e ku arasteyî îdareya Soranê tê kirin.