Li Brîtanyayê bi kêrê 4 kes hatin birîndarkirin

Polîsên Brîtanyayê, îro piştî bûyera birîndarkirina 4 kesan bi kêrê li herêma Covent Garden a navenda Londonê jineke 47 salî girtin.

Li Brîtanyayê bi kêrê 4 kes hatin birîndarkirin
5 tebax, 2026   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Brîtanyayê, îro piştî bûyera birîndarkirina 4 kesan bi kêrê li herêma Covent Garden a navenda Londonê jineke 47 salî girtin.

Polîsan diyar kir ku kesên birîndar bûne di temenê navbera 34 û 52 saliyê de ne û rakirina nexweşxaneyê.

Polîsan daxuyand ku gumanbar bi gumanbariya hebûna çekek êrişkar û pêkanîna êrişekê hatiye girtin. Heta niha tu hûrgiliyên din der barê motîfa êrişê yan jî cewherê birînên qurbaniyan de nehatine aşkerakirin.

(f)