Li Bolîvyayê balafireke leşkerî ket: 15 kes mirin

Balafireke leşkerî piştî ku ji balafirgeha La Paz a Bolîvyayê rabû, ket. Di encamê de bi kêmanî 15 kes mirin.

Li Bolîvyayê balafireke leşkerî ket: 15 kes mirin
28 sibat, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgeha agirkujiyê ya Bolîvyayê duh (27 Sibat 2026) balafireke leşkerî ya bi tîpa C-130 a Hêzên Hewayî yên Bolîvyayê li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya El Alto ya li La Pazê ket. Di encamê de herî kêm 15 kes mirin.

Albay Pavel Tovar got hejmara miriyan di navbera 15-16 kesan de ye. Lê li gorî agahiyên destpêkê hatine parvekirin, 11 qurbanî hene.

Wezareta Parastinê ya Bolîvyayê qeza piştrast kir, lê hejmara fermî ya miriyan aşkera nekir.

Medyaya herêmî ragihand ku balafirê pere hilgirtibû, ji ber vê yekê hejmarek niştecihan ji bo komkirina pereyan li cihê bûyerê kom bûn û polîsan gazên rondikrêj bi kar anîn da ku wan belav bike.

(bb)