Di rojnameyan de xetereya tirkî li ser nasnameya sûriyeyî û pêvajoya aştiyê

Çavdêran hişyarî da ku “zarokên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê ji dayik bûne û perwerdeya bi tirkî dîtiye xetereyê li ser nasname û xwezaya civakî û çandî ya Sûriyeyê çêdikin”. Bi banga Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiya di navbera Kurd û Tirkan de derbasî qonexeke zagonî dibe. Hate gotin ku îhtîmalên êrişên leşkerî yên DYA’yê yên li dijî Îranê zêde dibin.

Di rojnameyan de xetereya tirkî li ser nasnameya sûriyeyî û pêvajoya aştiyê
28 sibat, 2026   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser pirsgirêka “zarokên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ji dayik bûne”, peyama nû ya Rêber Abdullah Ocalan û pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirk û Kurdan de, her wiha rageşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê.

‘ZAROKÊN SÛRIYEYÎ YÊN LI TIRKIYEYÊ: ENTEGRASYONA BI NASNAMEYEKE WINDABÛYÎ’

Rojnameya Independent Arabia cih da rewşa sûriyeyiyên li Tirkiyeyê û wiha nivîsand: "Zêdetirî milyonek zarokên sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn. Beşeke mezin ji wan ku li wir ji dayik bûne, li dibistanên Tirkiyeyê perwerdeyê dibînin û bi zimanê tirkî baş dizanin, lê nikarin bi erebî bixwînin û binivîsin, tenê di hin demên sînorkirî de bi malbatên xwe re li malê diaxivin. Ev zarok jî xwe wek Tirk dibînin. Vê yekê bandor li nasnameya sûriyeyî ya bi sed hezaran zarok û ciwanên sûriyeyî kiriye.”

Heman rojnameyê ku cih da raporeke hikumeta Tirk û destnîşan kir ku hejmara zarokên sûriyeyî yên li dibistanên Tirkiyeyê dixwînin heta dawiya sala 2024’an gelekî zêde bûye, bi sed hezaran ji wan di nava pergala perwerdeya Tirkiyeyê de hatine entegrekirin. Van zarokan perwerdeya xwe bi zimanê tirkî di çarçoveya bernameya fermî de wergirtiye û çanda Tirkiyeyê hîn bêtir di nava wan de bi cih kiriye û bûye beşeke jiyana wan.

‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA KURDAN-TIRKIYE DERBASÎ QONAXEKE GIRÎNG A YASAYÎ DIBE’

Yek ji rojevên sereke yên rojnameya El Ereb pêvajoya aştiyê ya Kurdan û Tirkiyeyê ye. Rojnameyê der barê vê mijarê de ev nivîsand: "Pêvajoya aştiyê ya Kurd-Tirkiye dikeve qonaxeke girîng a yasayî. Ev pêşketin xaleke dîrokî di yek ji şerên çekdarî yên herî dirêj ên herêmê de ye. Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan daxwaza qanûna aştiyê kir ku rê li ber entegrasyona demokratîk di nav Tirkiyeyê de veke. Her wiha diyar kir ku çareserî çarçoveyek yasayî bi aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî hewce dike."

Rojnameyê îşaret pê kir ku di aliyê siyasî de pêvajo niha di nav parlementoya Tirkiyeyê de derbasî ceribandineke rasteqîn dibe û wiha domand "Reformên pêwîst ne tenê teknîkî ne, lê di heman demê de mijarên hesas ên wekî pênaseya terorîzmê, nenavendîkirina îdarî, mafên zimanî û çandî û ji nû ve entegrekirina şervanên berê di nav civakê de dihewîne."

Li gorî rojnameyê; “bidawîkirina pevçûnê dikare bandorên berfirehtir bike. Pirsgirêka Kurd bi rewşên li Iraq û Sûriyeyê ve girêdayî ye ku hêzên bibandor ên Kurd lê hene. Aramiya li Tirkiyeyê dikare bandoreke erênî li hevsengiyên herêmî bike û aloziyan kêm bike. Her wiha serkeftina pêvajoyeke qanûnî ya aştiyane di çareserkirina pevçûneke demdirêj de dikare wêneya Tirkiyeyê wek dewleteke ku dikare cihêrengiya xwe ya navxweyî bi rêbazên demokratîk bi rê ve bibe, xurt bike.”

‘TRUMP NE RAZÎ YE, ÇÛYÎNA WELATIYAN ZÊDEBÛNA RAGEŞIYÊ NÎŞAN DIDE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî li ser rageşiya di navbera Îran û DYA’yê de wiha nivîsî: “Serokê DYA’yê Donald Trump got ew ji pêvajoya dan û standinan bi Tehranê re nerazî ye û dixwaze peymanek berfireh hebe ku rê li ber Tehranê bigire ku çekeke nukleerî bi dest bixe. Her wiha anî ziman ku eger ev çênebin dê vebijêrkên din hebin. Ev daxuyanî wek nîşana rageşiyeke muhtemel e. Washingtonê destûr da ku karmendên xwe yên ne mecbûrî ku ji Îsraîlê derkevin. Welatên din jî mîsyonên dîplomatîk kêm kirine û ji welatiyên xwe xwestiye ku derkevin. Çînê jî bang li welatiyên xwe kir ku di zûtirîn dem de ji Îranê derkevin.”

Girêdayî heman mijarê rojnameya El Erebî El Cedîd jî nivîsand: “Washington ji çend hefteyan ve hêzeke leşkerî ya mezin li herêmê bi cih dike, çend keştiyên balafiran û gelek keştiyên şer li herêmê bi cih kirine. Diyar e ku amadekariyên şer dike. Tevî vê yekê, Washington û Tehran roja Pêncşemê li Cinêvê gera sêyemîn a dan û standinan li dar xist û li hev kiriye ku di çend rojên pêş de gereke nû pêk bînin.”

(bb)