Li başûrê Lubnanê 5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bûyer û êrişên cuda de li başûrê Lubnanê di nav 2 rojên piştî piştî peymana agirbestê bi Hizbullahê re de 5 leşkerên wan hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Li başûrê Lubnanê 5 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
21 hezîran, 2026   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Îsraîlê "The Jerusalem Post", 4 leşker roja Înê piştî ku di operasyonên leşkerî yên li nêzî gundê Tibnitê de ji aliyê tankên Îsraîlê ve hatin kuştin, di heman demê de leşkerekî din jî di êrişa Hizbullahê ya li ser çeperên artêşa Îsraîlê de hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hizbullahê zêdetirî 50 rokêtan avêtine hêzên wan û ev yek wekî "binpêkirinek eşkere" ya agirbestê bi nav kir.

Hêzên Îsraîlê bi êrişên hewayî yên li dijî cihên avêtina rokêtan, depoyên çekan û navendên fermandariyê yên Hizbullahê li başûrê Lubnanê bersiv dan.

Li aliyekî din Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên roja Înê de 83 kes hatin kuştin û 141 kesên din birîndar bûn, ku piraniya wan li başûrê Libnanê bûn.

(k)