Di bûyerên cuda de li Sûriyeyê kesek hat kuştin 2 birîndar bûn

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di di bûyerên cuda de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di bûyerên cuda de li Sûriyeyê kesek hat kuştin 2 birîndar bûn
21 hezîran, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nav 24 saetên borî de li Siwêda, Hema û Reqayê 3 bûyerên cuda bûn sedema kuştina kesekî û birîndarbûna 2 kesan.

Li gundewarê bajarê Girê Spî li gundewarê Reqayê, kesek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di bûyerek din de, ciwanek dema ku bi bombeyek destan dilîst li gundê Salim, li bakurê Siwêdayê, ji ber teqîna bombeyê birîndar bû.

Li gundewarê Hemayê, şêniyên bajarê Soran cenazeyê ciwanekî dîtin, ku berî hefteyekê winda bûbû.

(k)