Hevdîtinên DYA-Îranê li Swîsreyê destpê dikin: Tengava Hurmuz hate girtin

Piştî êrişan Tengava Hurmuz carek din hate girtin, li rexa wê şandeyên Amerîka û Îranê ji bo têkildarî bernameya nukleer û bidawîkirina şer li hev bikin, li Swîsreyê dest bi muzakereyan kirin.

Hevdîtinên DYA-Îranê li Swîsreyê destpê dikin: Tengava Hurmuz hate girtin
21 hezîran, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, hevdîtinên têkildarî peymana ku roja çarşemê navbera DYA û Îranê hate îmzekirin, roja yekşemê wê li Swîsreyê destpê bike. Alî bi taybetî wê bernameya nukleer a Îranê û mijarên ewlehiya herêmî, binirxînin.

Di şandeya Îranê de Serokê Meclîsê û muzakerevanê sereke Muhammed Bakir Galîbaf, Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî û Serokê Bankaya Navendê Abdulnasir Hemmati cih digirin. Li aliyê DYA’yê jî Alîkarê Serok J.D. Vance, nûnerê taybet ê Serok Donald Trump Steve Witkoff û Jared Kusher wê hevdîtinan bimeşînin.

Li Pakistanê jî di çarçoveya rolê navbeynkar de, Serokwezîr Şahbaz Şerîf û Serokê Fermandariya Giştî Asim Munîr hatin şandina Swîsreyê.

Peymana ku 17’ê Hezîranê navbera aliyan hate îmzekirin ji bo bigihije encamekî, pêvajoyeke muzakereyê ya 60 rojî tê pêşbînîkirin. Hevdîtin wê li herêma Burgenstock a li ser Gola Lucerne ya Swîsreyê were kirin. Di hevdîtinan de wê fealiyetên nukleer ên Îranê, ewlehiya herêmî û mekanîzmayên agirbestê bên nirxandin.

J.D. Vance beriya hevdîtinan daxuyanî da û got, ew ji bo pêşketin were bidestxistin, erênî li hevdîtinan dinêrin.

ÎRAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî diyar kir ku domkirina şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê, peymanê dixe xeteriyê.

Tehran dibêje, peyman pêşbînî dike ku Lubnan jî di nav de li hemû qadên şer dijminahî bidawî bibe.

KENDAV HATE GİRTİN

Rêveberiya Îranê ragihand ku weke berteka li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, Kendava Hurmuzê car din girtine.

Serokê DYA’yê Donald Trump jî got, eger hevdîtin bi ser nekevin, dibe li Kendava Hurmuzê mûçeyên ji bo derbasbûnê bikevin meriyetê.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) jî diyar kir ku ew geşedanên li Hurmuzê ji nêz ve dişopînin û ragihand ku roja şemiyê wê 55 keştiyên bazirganiyê bi rengekî ewle ji kendavê derbas bibin.

ÊRİŞ

Rewşa hevdîtinên li Swîsreyê, di asteke mezin de girêdayî seyra şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê xuya dike. Roja şemiyê Îsraîlê êrîş li ser başûrê Lubnanê pêk anîn û di encamê de herî 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku leşkerî wan mir.

Rêveberiya Îsraîlê îdîa kir ku ev êrîş weke bersiva êrîşên bi roketan ên Hîzbûllahê, hatin pêkanîn. Hîzbûllahê jî bi temamî Îsraîl ji binpêkirina agirbestê berpirsyar nîşan da.