Li Şamê 2 partiyan memoranduma têgihîştinê îmze kir

Partiya Yekitiya Suryanî û Hevpeymaniya Demokratîk a Sûriyeyê, piştî rêzehevdîtin û diyalogan, li Şamê memoranduna têgihîştinê îmze kir.

Li Şamê 2 partiyan memoranduma têgihîştinê îmze kir
9 tîrmeh, 2026   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî û Hevpeymaniya Demokratîk a Sûriyeyê îro li navenda Partiya Yekitiya Suryanî ya Şamê bi beşdariya şandeyên ji her du aliyan memoranduma têgihîştinê îmze kir.

ŞandeyaPartiya Yekitiya Suryanî ji hevserokê partiyê Senherîb Bersûm, endamên Desteya Rêveber Gabrîêl Şamûn, berpirsê Têkiliyên Giştî Afram Îshaq pêk hat û şandeya Hevpeymaniya Demokratîk a Sûriyeyê ji endamê Nivîsgeha Rêveber û Hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan Mihemed Şekîb El Xalid, serokê Nivîsgehê li Şamê Zuhêr Ecob û endamê Nivîsgeha Peywendiyan Îsmaîl El Munawer pêk hat.

Her du aliyan di hevdîtinê de hejmarek dozên girêdayî rewşa Sûriyeyê û bingehîn divê dewleta Sûriyeyê di qonaxa bê de li ser bimeşe nîqaş kirin.

Di memoranduma têgihîştinê de pejirandina pirrengiya neteweyî, olî û çandî li Sûriyeyê û xebata ji bo avakirina dewletek demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan, di nav de gelê Suryanî-Aşûrî jî, garantî bike û beşdariya wan a wekhev di jiyana siyasî û neteweyî de misoger bike, hat piştrastkirin.

Her du aliyan di dawiya hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya berdewama hevrêziyê, xurtkirina têkiliyên dualî, berfirehkirina hevkariyê bi tevahî hêzên siyasî yên Sûriyeyê re.

(fr)