Li Banyasê 3 karker ji ber teqînekê jiyana xwe ji dest dan

Ji ber teqînekê li tesîsteke çêkirina kehrebeyê ya li Banyasê, 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li Banyasê 3 karker ji ber teqînekê jiyana xwe ji dest dan
18 tebax, 2026   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna makîneyeke depokirina hydrogen li yekîneyeke tamîrkirinê ya li tesîsteke dayîna kehrebeyê li bajarê Banyas ê li Parêzgeha Tertûsê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Gerînendetiya Tenduristiyê li Tertûsê ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku nexweşxane 3 karmendên ku ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dabûn pêşwazî kir, lê heta niha sedemên teqînê bi awayeke giştî nehatiye zelalkirin.

(sb)