Dadgeha Cezayan li Şamê biryara darvekirina Wesîm El Esed da

Dadgeha Sûcan a Çaremîn li Şamê biryara darvekirinê derheqê Wesîm El Esed da, dadgehê destnîşan kir ku wê ji ber pêkanîna sûcên kuştin, îşkencekirin, revandin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ev biryar girtin.

Dadgeha Cezayan li Şamê biryara darvekirina Wesîm El Esed da
18 tebax, 2026   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Sûcan a Çaremîn li Şamê ji ber pêkanîna sûcên kuştin, îşkencekirin, revandin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer derheqê Wesîm El Esed de cezayê darvekirinê birî, wê hemû milk û pereyên girêdayî wî jî ji hêla xezîneya giştî were desteserkirin. 

Dadwer Fexre El Dîn El Iryan di rûniştinê de diyar kir ku di lêpirsînan û bi delîlan hat isbatkirin ku Wesîm El Esed kirine, komên çekdar bi awayeke ne fermî ava kirina. Ew komên ku Wesîm El Esed avakiribûn li herêmên El Xûta El Şerqiya û bajarokê El Milîha yên ku sivîl lê bûn komkujî pêk anîn.

Dadgehê Wesîm El Esed bi cezayê kuştin bizanebûn a gelek kesan, sûcên îşkenceya li dijî mirovahiyê û sûcên şer, biryar da ku hemû mal û milkên wî ji bo xezîneya giştî were desteserkirin.

(sb)

ANHA