Leyla Waşûkanî: Jinan reng û dengê xwe daye şer û jiyanê

Ji fermandarên YPJ'ê Leyla Waşûkanî têkildarî berxwedana jinên Kurd û şervanên YPJ’ê got “Jinên Kurd di dîrokê de bi wêrekî û qehremaniya xwe têne naskirin û reng û deng dane şer û jiyanê.”

Leyla Waşûkanî: Jinan reng û dengê xwe daye şer û jiyanê
25 mijdar, 2024   05:10
HESEKÊ
SARA EVRAN

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî bi wesîleya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ji ajansa me re axivî. Leyla Waşnûkanî berxwedan û şoreşa jinên Kurd nirxand.

Fermandar Leyla Waşûkanî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta pergala serwer a li ser jinan û berxwedana ku ji jinan tê xwestin û got: “Di serî de wek tê zanîn mêr xwedî hişmendiya serwer in, xwe li hemberî pergala jinên xwedawend kirine yek û bi fen û fûtan pergala jinan belav kiriye û bi pêkanîna komploya yekemîn a di cîhanê de, pergala xwe ya zalim saz kiriye. Di şer û gengeşeyan de yên herî zêde zirarê dibînin, teqez jin û zarok in. Wek tê zanîn mirovahî di lûtkeya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê destdirêjî li ser mirovahiyê tê kirin û aloziya heyî hew tê tehemulkirin. Teqez li hemberî wan êriş û destdirêjiyan, berxwedan û têkoşîneke bêhempa tê xwestin. Jixwe rojane bûyerên kuştina jinan di nava civakê de rû didin. Ew jî encama hişmendiya dewleta biçûk a ku berdewama netewedewletê ya sermayedar e û şerê wê yê taybet e. Li vir tişta ku ji jinan tê xwestin ew e ku xwe li hember pergalê û şerê wê yê qirêjî bi rêxistin bikin, ew jî teqez bi şoreşê pêkan e.”

‘SEKNA JINÊN BIHÊZ JI TEVAHÎ JINAN RE BÛ CIHÊ SERBILINDIYÊ’

Fermandar Leyla Waşûkanî, qala şoreşa Rojava anku şoreşa jinan kir û wiha berdewam kir: “Di serdema şerê li Rojavayê Kurdistanê de di sala 2012’an de, jinên Kurd bi hemû hêza xwe beşdarî nava kar û xebatên şoreşê bûn. Di dema pêşxistina çirûska fitîla şer de jî jinan, hema xwe bi rêxistin kir û bi hejmareke zêde cihê xwe di cebheyên herî pêş de girt û bi qehremanî şer kir. Jinên wêrek û bibiryar bûn. Ji dil û can mil bi mil li kêleka mêran, li hember hêzên herî xeternak ên cîhanê şer kirin û destanên qehremantiyê nivîsandin. Berxwedana jinan wiha bandor kir; çeteyên hov ên wekî DAIŞ’ê ji wan tirsiyan û got “jinên pêlavsor qet natirsin û xwe nadin paş.” Sekna jinên bihêz ji tevahî jinan re bû cihê serbilindiyê. Her wiha jinên Kurd ên cengawer bi nav û deng bûn, ji ber vê yekê şoreşa Rojava bû şoreşa jinan.

Têkoşîna jinên Kurd bi rastî jî bêhempa bû. Her wiha bi dehan jinan di cihên herî zehmet de rola xwe lîst û bûne bingeha hêza manewiyat û kelecanê. Têkoşîna jinan bû cihê hurmet û qîmetê. Keda jinên şerker û canfeda bû mîrateya jinên azadîxwaz ku xwe ji bo siberojê bi rêxistin bike û civaka konfederal û demokrat saz bike. Divê were zanîn ku tu tiştek jixweber nayê qezenckirin. Ji bo pêşerojeke wekhev, azad; cengawer û canbexş pêwîst in. Ji niha û şûnve jin dikarin bi serbilindî û jixwebawer bibêjin em hene û azadiya xwe dixwazin. Rêber Apo di mijara têkoşîna jinan de wiha gotiye; ‘Heke jin bi keda xwe azad nebin, mêr tu carî wan azad nakin û dê her kole bimînin.’ Nexwe divê jin ji xwe bawer bin û li ser keda xwe mezin bibin û bigihêjin azadiyê.”

ˈJINAN RENG Û DENGÊ XWE DANE ŞER Û JIYANÊˈ

Leyla Waşûkanî qala dilêrbûna jinên Kurd kir û wiha got: “Jixwe qehremaniya destanwarî ya jinên Kurd li pêş çavan e û li tevahî cîhanê hatiye dîtin û hîna jî ew têkoşîn berdewam dike. Jinên Kurd bi wêrekî û serbilindiya xwe ya bê hempa û ji xwe bawer têne naskirin; ji jinên Dêrsimê yên wek Besê û Zerîfe heyanî Sara ya şerker, ji Bêrîtan bigire û heyanî Zîlan, Sema, Ezîme, Zinarîn, Meryem, Zehra û jinên li pey wan yên wek: Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr û bi sedan jinên qehreman canfedayê welat, gel û axa xwe, canê xwe kirin qurban. Her çiqasî ji jinan re zehmetiyên fîzîkî û jiyanî hebûye jî, lê qet ji xwe dananîne ku bilêv bikin û bibêjin. Di kêliyên herî zor de jî, bê teredut li berxwedane û gîhaştine merteba pîroz a pekrewaniyê. Jinên Kurd ên dilêr cihê xwe di sengerên herî pêşde de girtine û her ji mêran re bûne bingeha hêza têkoşîn û berxwedanê.

Jinan reng û dengê xwe dane şer û jiyanê û pêşengtî ji mêran re kirin. Jinan navên xwe bi tîpên zêrîn di nava rûpelên dîrokê de xêz kirin û derketin lûtkeya qehremaniyê. Heger ku di roja me ya niha de qala şoreşa jinan tê kirin, teqez ev tenê wek gotin nayê kirin û berxwedana ku di çeperên şer de hatiye kirin  sedem e. Berxwedana jinan di sengerê şer de hiştiye ku şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan were bi nav kirin. Jin bi helwesta xwe ya wêrek û fedakar; mekan û heybet qezenckirine. Di nava civakê de jî jinên wiha jîr û zana dertên pêş û bi nav û deng dibin, nexasim ku ew jin şoreşger be û jîr be; teqez wê di pileya xwedawenda de were destgirtin. Tu kes nikare li ser têkoşîna jinên Kurd a di şoreşa Rojava de înkar bike ji ber ku di nava cîhanê de fermiyet qezenc kiriye û tu hişmendiya mêr nikare wê reş bike.”

Fermandar Leyla Waşûkanî bal kişand ser qehremanî û wêrekiya jinên Kurd û wiha got: “Jinên Kurd di dîrokê de jî bi wêrekî û qehremaniya xwe têne naskirin û rola jinan di tevahî serhildan û şoreşên Kurdan de heye. Îro jî jinên ciwan yên wek; Şervîn, Reyhan, Rojna, Leyla, Jiyan, Sara, Rûken û herî dawiyê jî jina Kurd Asya Elî bi hunera şerê gerîla ya demê li paytexta Tirkiyê Enqerê xwe kir keleha berxwedan û tolhildanê. Rêber Apo li ser jina Kurd a berxwedêr Bêrîtan Hêvî wiha dibêje: ‘Di şerê Barzaniyan de yê ku di sala 1992ˈan de hate kirin, kesê lawaz wek Osman li berxweneda û xwe radestî dijminê xayîn kir. Qehremana serhildêr Bêrîtan li ber xweda û radestî xiyanetkaran nebû. Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî ku di şer de, fîşekên wê xelas dibin û ji bo ku nekeve destê xayînên xwefiroş, çeka xwe dişkîne û xwe ji serê zinarê Lêlkana girêdayî Xakûrkê diavêje xwarê.’

Qehreman Bêrîtan ji bo ku nekeve destê wan yê qirêjî, xwe parçe parçe dike û digihêje karwanê nemiran. Di şoreşa Rojava de jî keçên wekî Barîn Kobanê jî derketin û bi qehremanî li ber xwe dan û radestî neyaran nebûn. Qehreman Barîn xwe bi hedefê re kiribû yekpare û li hemberî çeteyan heyanî henaseya xwe ya dawiyê li ber xwe da û gihaşte karwanê pakrewanan. Şehîd Avesta Xabûr jî şer kir û bi wêrekî û serbilindî gihaşte şehadetê û bû stêrkek ji wan stêrkên hêviyê yên ku her li asîmanan diteyisin û geş dibin. Jinên Kurd bi keda xwe derketin pêş û hurmet û hezkirin qezenc kir; heyanî ku bûn pêşengên şoreşa Rojava. Berhema jinên Kurd ji tevahî jinan re bû îlhama têkoşînê. Bê guman pêşengiya jinên Kurd û berhema têkoşîna wan li tevahî cîhanê deng veda û her kes lê matmayî ma.”

Fermandar Leyla Waşûkanî, di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Kurd ên azadxîwaz bi têkoşîna xwe û hunera xwe ya şer û jiyanê ji tevahî jinan re bûn mîrateya siberoja azad û wekhev û wiha domand: "Têkoşîna jinên şoreşger bandora xwe li ser tevahî beşên civakê jî kir û di warê fikir û zanebûnê de bû yekbûna jin di tevahî cîhanê de. Pêşengtiya jinan a ji şoreşa Rojava re îlham da jinan û tevahî hêzên şoreşger û azadîxwaz. Jinên serhildêr û canfeda ji bo parastina jin û civakê heyanî hinasa xwe ya dawiyê şer kirin û bê teredûd berê xwe dan mirinê ango nemiriniyê. Berxwedana jinan li Rojavayê welat pir nadir û bê mesîl bû; çalakiyên jinên dilêr bû bangewaziya têkoşînê û gel rakir ser piyan. Bi dehan jinên ciwan dev ji her tiştî berdan û beşdarî nava refên şoreşê bûn û bi wêrekî û qehremanî şer kirin. Di nava civakê de jin bi hebûna herî tirsonek tê naskirin û tê gotin ku jin ji tirsan re hew dikarin serê xwe ji deriyê malê derxîne derve. Naxwe pêwîste were zanîn ku Rêber Apo jin îqna kir û rakire ser piyan, ew bi serê xwe şoreşeke û ji tunebûnê hebûn e. Jinên şerker û fedakar di gelek cebheyan de di refên pêşîn de pêşengtî kirine. Jinan li bajarê Kobanê li ber xwe dan, li Cizîr û Efrînê li ber xwe dan û şer kirin. Jinên cengawer canê xwe kirin mertal ji bo parastina jinan û civakê bikin. Wek em hemû jî dizanin ku, li ser wê berxwedanê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat avakirin û roj bi roj mezin bû. YPJ, pêşengtî ji tevahî hemleyên şoreşa Rojava re kir û hîna jî jin di meydanên cengê de bi bîr û bawerî têkoşîn dikin.”

Fermandar Leyla Waşûkanî, di dawiya axaftina xwe de qala “canfedayên YPJˈê” kir û got: “Jinên Kurdistanê yên ku her dem ji neyar û dijminan re dibûn xenîmeta talan û destdirêjiyê, îro jî bûne pêşeng, serkêş û parêzvan. Şoreşgerên jin bûn wek jehra siyanûrê û ketin bedena neyar û dijminan. Milîtanên jinên canfeda bi şer û cenga xwe tola 5 hezar salan ji neyar û tundrawan rakirin û ew bi bin xistin. Keçên ciwan û jinên çeleng bejn û bala xwe bi rext û çekan xemilandin û berê xwe da cenga giran û ji tevahî jinên têkoşer re bûn hêvî û îlham. Jinên berxwedêr ên wekî Arîn Mîrkan, Zehra Penaber, Viyan Peyman, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr, Rûsyar û Barîn Kobanê û bi dehan jinên dilêr ên ku ji bo parastina xak û şerefa xwe canê xwe feda kir û bûn xwedawand û stêrkên li asîmanên azadiyê. Dijminê har û çavsor li hemberî qehremaniya jinên wêrek û çalakvan şaşwaz ma û bi bin ket. Jinên kurdistanî ji çar parçeyên welat bi hawara jin û civaka Rojava de hatin û şer kirin, ji bo ku jin û gel biparêzin, canê xwe dan ser destê xwe û berê xwe dan meydanên şer û cengê. Jinên qehreman ên wek Nalîn Mûş, Şevîn Gerzan, Medya Dengizî û bi dehan ên wek wan ku bi hawara dayik û xwişkên xwe ve hatin û wek lehiya biharê herikîn meydanên şer û cengê. Şer û berxwedana jinên Kurd tevî hevalên xwe yên enternasyonalîst û Ereb, di şer û jiyanê de fedakarî û qehremantiyek bêhempa kirin û ji tevahî jinan re bûn abîdeyên jina şerker û berxwedêr. Bi kurtasî ew jinên ku berê dibûn qurbaniyên şer û gengeşeyan, va ye îro jî dibin hêza berxwedêr û dawiyê li hêzên tundraw û şerê wan yê derexlaqî tînin û ew ê bînin.”

(bb)

ANHA