Şêniyên Amûdê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan hêvî û hêz e

Şêniyên bajarê Amûdê, ji bo têkbirina pergala îşkence û qirkirinê soz dan ku têkoşînê û berxwedanê mezin bikin û destnîşan kirin ku nameya Rêber Abdullah Ocalan, nameya hêviyê ye û ji bo serhildanê û mezinkirina têkoşînê hêz e.

Şêniyên Amûdê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan hêvî û hêz e
25 mijdar, 2024   06:10
QAMIŞLO

Perlementerê DEM partiyê şaxê Ruhayê ku di heman demê de biraziyê Rêber Abdullah Ocalan e, Omer Ocalan 23`yê Cotmehê bi Rêber Abdullah Ocalan re li Îmraliyê rûnişt. Omer Ocalan nameya Rêber Abdullah Ocalan ragihand ku tê dibêje: "Tecrîd berdewam e. Heke şer û merc ji min re saz bibin, li cem min ew hêza teorîk û pratîk heye ku pêvajoyê ji zemîna şer û tundiyê veguhêzim zemîna qanûnî û siyasî".

Şêniyên bajarê Amûdê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin. Mihemed El Omerî got: "Em bi hevdîtinê û nameya ku Rêber Abdullah Ocalan şandiye, gelekî kêfxweş bûn. Ji bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, nameya wî hêvî ye û ji bo mezinkirina têkoşînê hêz e."

El Omerî wiha domand: "Di encama berxwedana mezin a Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de û têkoşîna gelê ji qadan dernakeve, hevdîtin çêbû."

El Omerî ev li gotinên xwe zêde kir: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, em ê têkoşînê û berxwedanê li gorî ramanên wî mezin bikin."

Nûra Hisên jî got: "Me hêz ji nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt. Têkoşîn û daketina qadan, bersiva me ya li hember pergala îşkence û qirkirinê ye."

Fesla Silêman jî got: "Em ê bi şev û roj li ber xwe bidin û li qadan bin. Her wiha heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin, em ê têkoşînê mezin bikin."

(şx/k)

ANHA