Leşkerên Tirk Kobanê gulebaran kir: Zarokek bi giranî birîndar bû

Leşkerên Tirk ên li ser sînor bajarê Kobanê gulebaran kir. Di encama gulebaranê de zarokekî 15 salî bi giranî birîndar bû.

Leşkerên Tirk Kobanê gulebaran kir: Zarokek bi giranî birîndar bû
26 tebax, 2025   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînor bêserûber bajarê Kobanê gulebaran kir, di enamê de zarokekî 15 salî bi giranî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Leşkerên Tirk ên li ser sînor ku yasayên navneteweyî yên ji bo parastina mafên mirovan bin pê dikin, jiyana sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin xetereyê.

Duh êvarî saet 21.30’an, leşkerên Tirk bi awayekî bêserûber gule ber bi bajarê Kobanê ve avêtin. Di encamê de zarokekî 15 salî ku li dikaneke bazirganiyê bû bi giranî birîndar bû. Zarok rakirin nexweşxaneyê.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê kiryara ku jiyana sivîlên bêguneh tehdît dike şermezar dikin. Em pabendbûna xwe ya berdewam ji bo parastina gelê xwe û xurtkirina ewlehî û aramiya  herêmê piştrast dikin."

(fr)