Cotkarên li Hesekê dikarin genim radestî depoyên li Şam û Humsê bikin

Cotkarên genim ên parêzgeha Hesekê li gorî şertên ku Saziya Dexlûdanan a Sûriyeyê diyar kirine dikarin berhemên xwe radestî depoyên li Şam û Humsê bikin.

Cotkarên li Hesekê dikarin genim radestî depoyên li Şam û Humsê bikin
20 hezîran, 2026   12:29
NAVDNDA NÛÇEYAN

Saziya Dexlûdanan a Sûriyeyê biryarek ji bo cotkarên li parêzgeha Hesekê da. Di biryarê de hatiye gotin, "cotkarên ku bixwazin, dikarin berhemên xwe yên genim radestî navendên depokirinê yên girêdayî saziyê yên li van parêzgehan  bikin:

Parêzgeha Humsê:

Wergirtina bi çewalan (Depoyên Humsê)

Wergirtina bi dogmayê (Depoyên Sinşar, Hums, Mişêrfê)

Parêzgeha Şamê:

Wergirtina bi dogmayê (Depoyên Kiswayê).

Saziyê destnîşan kir ku ew ê mesrefên veguhastina berhemê di navbera parêzgehan de bide û da zanîn ku "ev mesref dê ji bo her cotkarekî di nav fatûreya kirîna genimê ya taybet a wî de were hesibandin û dayîn."

Di biryarê de her wiha hatiye gotin "Cotkarên ku dikarin sûdê ji vê yekê bigirin şert e navê wan berê di platform elektronîkî ya pejirandî de tomarkirî bin."

Saziyê bang li cotkarên ku dixwazin sûdê ji vê biryarê bigirin kir ku serî li navendên radestkirinê yên di platforma Hesekê de xwe tomar kirine, bidin û daxwaznameyeke fermî ya erêkirina radestkitina berhemên xwe werbigirin.

Saziyê destnîşan kir ku Damezrandinê tekez kir ku dê tu pêvajoyek barkirina berhemê neyê kirin heya ku daxwaza têkildar pêşkêş bibe û ji aliyê rêveberiya damezrandinê ve fermî were erêkirin û bêyî van her du xalan barkirina berhem qedexe ye.

(bb)