Lêkolînerên Ereb: Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dûr e

Lêkolînerên Ereb destnîşan kir ku têkildarî aloziya bi Îranê re û pabendbûna Amerîka bi garantiya ewlehiya Îsraîlê re vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dûr e. Her wiha wan bang li berpirsên Iraqê kir ku Iraqê ji aloziyên hêzên hegemonîk bi dûr bixin.

Lêkolînerên Ereb: Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dûr e
2 sibat, 2024   11:04
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Şemiya borî gera yekemîn a ji rûniştinên diyaloga Amerîkî – Iraqî li dar ket. Diyalog li ser bidawîkirina erkê Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li Iraqê û derketina hêzên Amerîkî hat lidarxistin. Herdu aliyan li ser danîna dema derketinê li hev kir, hemwextî wê jî li ser avakirina komîteyeke bilind ji bo nîqaşkirina xwezaya vê vekişînê li hev kir.

Nivîskar û lêkolerê Iraqî Ebas Ezîz destnîşan kir ku berê di navbera Iraq û Amerîkayê de lihevkirinek heye ku li gorî wê Amerîka dikare ji bo berjewendiyên xwe li Iraqê bimîne.

Ezîz aşkera kir ku Amerîka li ser mercên hikumeta Iraqê erê nake, ji ber ku hikumeta di çareserkirina doza çekê û komên çekdar de aciz e.

Ezîz wiha domand: "Vekişîna Amerîkayê dê rol û bandora wê li herêmê kêm bike, nexasim ku yek ji sedemên hebûna Amerîkayê li herêmê rêgirtina li ber Îranê û hîlala rojhilat a ji Tehran, Iraq, Sûriye û Lubnanê ve ye."

Ezîz wiha pê de çû: "Amerîka hebûna xwe li Iraqê wek xeta parastinê ya pêşîn a Îsraîlê dibîne. Li kêlek wê jî berjewendiyên wê yên li Iraqê, bi taybet di dosyaya petrol û pêşeroja gaze li herêmê û cîhanê de, hene."

ˊVEKIŞÎNEKE LEŞKERÎ YE, LÊ NE EWLEHÎ YEˊ

Siyasetmedarê Iraqî Fayiq Yezîdî jî li ser mijarê wiha got: "Hebûna Amerîkayê li Iraqê bi 2 awayan e. Ya yekê leşkerî ye û di nav Koalîsyona Navneteweyî de ye û dê vekişîna wê jî li ser dan û standin bê kirin. Ya din jî dîplimasî û ewlehî ye û têkiliya wê bi danûstandinên li ser vekişînê re tune ye."

Yezîdî destnîşan kir ku vekişîna leşkerî ya Amerîkayê bandorê li rewşa Iraqê nake nexasim ku ew bi awayê ewlehî maye, ji ber ku Washington şirîk û hevalbendê Bexdayê ye. Li kêlek wê jî pêdiviya Iraqê bi hewldanên îstîxbaratî û ewlehî li ser asta perwerde û şêwirê heye û pêdiviya wê bi mayîna komên pisporên Amerîkî ji bo perwerdekirina saziyên Iraqê heye. Pêdiviya her du welatan bi lihevkirineke nû ya diyarkirina erk û xebata van komên dê li Iraqê bimîne heye."

Lêkolerê kar û barên Erebî û navneteweyî yê Lubnanî Tariq Ebû Zeyneb destnîşan kir ku pêwîstiya Iraqê bi însiyatîfeke durist ji bo pêşxistina dewletê û bidawîkirina gendeliyê heye û got: "Divê hemû berpirs însiyatîfekê li dar bixin û girêdana siyasî bi dawî bikin û berjewendiya Iraqê li pêş her tiştî bigirin. Tiştê ku dibe ji encamên şerê li Xezayê û beşek ji lîstika siyasî ya mezin li Iraqê ye."

(mh)

ANHA