Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êrîş

Avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê hate hedefgirtin.

Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êrîş
2 sibat, 2024   10:54
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ragihandin ku avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Mahta ya rojhilatê bajarê Qamişloyê hate hedefgirtin.

Her wiha diyar kirin ku birîndar hene û ji nexweşxaneyan re hatine rakirin.

Lê belê agahiyên dîtir der barê hedefgirtinê de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA