Fermandarekî têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê agahî dan

Fermandarê Hêzên Komandos ên QSD`ê Agirî Jiyan têkildarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hîna berdewam e, agahî parve kirin.

Fermandarekî têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê agahî dan
2 sibat, 2024   11:06
HESEKÊ
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED

Fermandarê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Agirî Jiyan ji ajansa me re têkildarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê axivî.

Agirî Jiyan got: "Operasyon hîna berdewam e, xebatên lêgerînê di nava beşên kampê de li gorî hatiye plankirin, berdewam in. Di operasyonê de ku ketiye roja 7`an, gelek mayin û çekên di bin kampê de dihatine veşartin, hatin desteserkirin û gelek çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin."

Agirî Jiyan diyar kir ku di xebatên lêgerînê de gelek pirtûk û lênûsk hatin dîtin ku zarok û niştecihên kampê li ser tên perwerdekirin û ji wir diyar dibe ku çi qas kamp û nifşê tê de mezin dibe xeternak e û jinên DAIŞ`î vê zîhniyetê diparêzin.

Agirî Jiyan aşkera kir ku beşek ji armancên operasyonê bi dest xistine û hîna berdewam e. Her wiha diyar kir ku jinên DAIŞ`î û şaneyên DAIŞ`ê di hin beşan de hewl dan bi kevir, slogan, nedana belgeyên rast û redkirina lêgerînê, xebatên hêzên leşkerî asteng bikin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser hesabên xwe yên fermî parve dike, di beşa “muhacîran” û ya 5`an de 34 kes hatine girtin, gelek çekên sivîk û cebilxane û 4 mayin hatine desteserkirin û gelek stargeh hatine dîtin.

Her wiha Agirî Jiyan aşkera kir ku xebatên lêgerînê di beşa 5`an a kampê de didomin.

(şx)

ANHA