Bîlançoya lehiya Çînê: 39 kesan jiyana xwe ji dest da

Hejmara qurbaniyên lehiya li herêma Guangxi ya li başûrê Çînê bilind bû. 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û hîn jî 9 kes winda ne.

Bîlançoya lehiya Çînê: 39 kesan jiyana xwe ji dest da
9 tîrmeh, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Xinhua ya Çînê ku agahiyên xwe dispêre rayedaran, ragihand ku di encama lehiyê de li herêma Guangxi 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û 9 kes winda ne.

Ajansê diyar kir ku piraniya qurbaniyan ji ber hilweşîna depoya bendava Liulanê ya bajarê Nanningê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha agahî dan ku di encama hilweşîna depoyê de lehî rabû 26 kes mirin û 7 kes winda bûn.

Di çend rojên borî de li herêmê baraneke dijwar bariya, ava çeman bilind bû û zirar da binesaziyê û malên derdorê.

(sb)