Krîza gazê ya Ewropayê û dan û standinên Îran-DYA’yê rojevên medyaya erebî ne

Piştî şerê Rûsya-Ukraynayê, nakokiya di navbera welatên hilberînerên gazê de li ser bazara Ewropî zêde dibe, her wiha xetereyên li ser pêvajoya dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de zêde dibin û hişyarî li ser bandorên vê aloziyê li ser Iraqê têne dayîn.

Krîza gazê ya Ewropayê û dan û standinên Îran-DYA’yê rojevên medyaya erebî ne
24 sibat, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî der barê krîza gazê li Ewropayê piştî şerê Rûsya-Ukraynayê, pêvajoya dan û standinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de û hişyariyên li ser bandora aloziyên DYA-Îranê li ser Iraqê nirxand.

‘KRÎZA GAZÊ YA JEOPOLÎTÎK PIŞTÎ ŞERÊ UKRAYNAYÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku krîzeke jeopolîtîk di navbera welatên hilberînerên gazê de li Ewropayê zêde dibe ji bo paydakirina daxwaza bazara Ewropayê ku yek ji bazarên gazê yên herî mezin ên cîhanê ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku qonaxa piştî şer li Ukraynayê dibe ku welatên YE`ê neçar bike ku polîtîkayên xwe yên kirîna gazê, bi taybet gaza Rûsyayê de, ji nû ve binirxînin.

‘GELO EV Ê GERA DAWÎN A DAN Û STANDINAN BE?’

Rojnameya El Xelîc li ser danûstandinên Îranî-Amerîka de nivîsî û ev danûstandinan wekî "pêşbirkek di navbera dîplomasî û şer de" bi nav kir, û destnîşan kir ku gera sêyemîn a li Cenevreyê dikare bibe xaleke girîng ya diyarker.

Rojnameyê li ser zimanê wezîrê derve yê Omanê Bedr bin Hemed El Busaidi piştrast kir  ku gera nû dê pêk were, di heman demê de wezîrê derve yê Îranê Abbas Eraqçî diyar kir ku ku ew bi nûnerê DYA`yê Steve Wittkopf re hevdîtinê bike û diyar kir ku çareseriyeke dîplomatîk "hîna jî pêkan e".

‘SIBEROJA DAN Û STANDINÊN ÎRAN Û DYA’YÊ: DERFETÊN PÊŞKETINÊ Û TIRSA RAGEŞIYÊ’

Der barê heman mijarê televîzyona El Alem diyar ku siberoja dan û standinan bi hevsengiyên navxweyî û derveyî yên tevlihev ve girêdayî ye.

Her wiha diyar kir danûstandin ne tenê bi vebijêrkên peymanek berfireh an hilweşîna tevahî ve girêdayî ye, lê hin rêyên navîn hene ku dibe ku tedbîrên avakirina baweriyê yên sînorkirî dest pê bikin, wekî têgihîştinên teknîkî an jî sivikkirina cezayan. Ev yek, di bibe egera kêmkirina rageşiyê bêyî ku hemî xalên nakokî çareser bike.

HIŞYARIYÊN LI IRAQÊ: GELO ÇEKDARÊN GIRÊDAYÎ ÎRANÊ DÊ ÊRIŞÎ HÊZÊN DYA’YÊ BIKIN?

Rojnameya El Hehar hişyarî da ku dibe komên çekdar ên alîgirê Îranê li dijî hêzên Amerîkî li Iraqê şer bikin û piştgiriya Îranê bikin.

Rojnameyê li ser ziman; siyasetmedar û pisporên Iraqî nivîsî ku her alozî dikare welêt bi xetereyên ewlehiyê yên berfireh re rû bi rû bihêle û hikûmetê têxe nav dijwariya kontrolkirina belavbûna çekan.

(k)